Endama PKKyê ya AAyê gotiye "îro hate kuştin", di sala 2019an de miriye
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de îdia kir ku “endama PKKyê Hulya Mercan di encama operasyona MITê de hate kuştin.” Lê derket holê ku Mercan, di sala 2019an de miriye.

Ajansa Anadolûyê îro nûçeyeke “lezgîn” weşand û îdia kir ku endama PKKyê ‘Hulya Mercen’ (Peyman Bagok) li Metînayê di encama “operasyona MITê (Rêxistina îstîxbaratê) û TSK (Hêzên Çekdar ên Tirkan) de hatiye kuştin.”
Lê derket holê ku Hulya Mercana andama PKKyê ya AAyê navê wê weke ‘Hulya Mercen’ nivîsandiye, beriya niha 5 salan, di encama êrîşese asmanî ya TSKyê de can daye.
PKKyê di malpera xwe de derbarê Mercanê de nivîsiye, “Dîrok û Cihê Şehadetê. 12ê Çiriya Paşiyê ya 2019an / Qadên Parastina Medyayê.”
PKKyê zanyariyiya mirina Mercanê di 12ê Çiriya Paşiyê ya 2022yan de ragihand. (VC/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.