Endam û birêvebirên desteserkirî yên Halkevlerîyê hatin berdan
Yazdeh endam û birêvebirên Halkevlerîyê hefteyekê piştî desteserkirina wan hatin berdan. Di nav desteserkiriyan de hevseroka Halkevlerîyê, Dilşat Aktaş jî hebû.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Yazdeh, endam û birêvebirên Halkevlerîyê hefteyekê piştî desteserkirina wan hatin berdan. Di nav desteserkiriyan de hevseroka Halkevlerîyê, Dilşat Aktaş jî hebû.
Ji bo piştgirîdana Halkevleriyê parlamenterên HDP(Partiya Gelan a Demokratîk) û CHP(Partiya Komarê ya Gelî(CHP) çûne Dadgeha Enqereyê.
Dilşat Aktaşê ji sendika62.orgê re gotiye ji wan tê xwestin ew ji bo “pêvajoya 2019ê” biadê bikin. Lê ew ê vê yekê nekin. Heta her kes azad nebin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Kutay Meriçê yek ji birêvebirên Halkevleriyê ye di 13ê Sibatê de hatibû desteserkirin û di 20ê Sibatê de hatibû girtin. Merîç jî digel 11 birêvebir û endamên HAlkevleriyê serbest bû.
(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.