Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di 18’ê cotmehê de dengdayin hate kirin. Duh jî hilbijêran di hilbijartinên giştî de dengê xwe dan. 5 jê kota ji bo 100 parlamenteran deng hatin dayin. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê da zanîn ku rêjeya tevlibûnê ji sedî 72 ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li çar herêmên hilbijartinê rêjeya dengan ên partiyan diyar bûn. Dezgehên ragihandinê yên li herêmê daneyên cuda parve dikin lewma hêj tam ne diyar e ka kîjan partiyê çend kursî bi dest xistine. Li gorî encamên nefermî PDK bû partiya yekemîn, YNK duyemîn û Nifşê Nû jî bû partiya sêyemîn. PDK’ê nekarî hejmareke ku bikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike bi dest bixe.
Li gorî daneyên nefermî yên li ser medyaya Herêma Federe ya Kurdistanê hatine parvekirin, rêjeya dengan a partiyan wergirtin wiha ne:
Hewler
Ji sedî 99’ê sindoqan hatine vekirin.
PDK: 302 hezar
Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK): 96 hezar 719
Nifşê Nû: 96 hezar û 395
Yekgirtûya Îslamî: 22 hezar û 722
Tevgera Helwest: 15 hezar û 527
Eniya Gel: 8 hezar û 792
Bizotnewa: 3 hezar û 577
Silêmaniyê
Ji sedî 97’ê sindoqan hatine vekirin.
YNK: 215 hezar û 644
Nifşê Nû: 126 hezar û 345
PDK: 52 hezar û 223
Yekgirtûya Îslamî: 40 hezar û 373
Komela Dadgerî: 34 hezar û 256
Tevgera Helwest: 26 hezar û 783
Eniya Gel: 18 hezar û 303
Bizotnewa: 9 hezar û 444
Dihok
Ji sedî 94’ê dengan hatin vekirin.
PDK: 344 hezar û 500
Yekgirtûya Îslamî: 38 hezar û 677
Nifşê Nû: 42 hezar û 45
YNK: 25 hezar û 111
Tevgera Helwest: 7 hezar û 447
Komela Dadgerî: 3 hezar û 345
Eniya Gel: 2 hezar û 368
Helebçe
Ji sedî 98.5’ê sindoqan hatin vekirin.
YNK: 10 hezar û 429
Yekgirtûya Îslamî: 7 hezar û 369
PDK: 4 hezar û 416
Nifşê Nû: 4 hezar û 439
Komela Dadgerî: 3 hezar û 964
Tevgera Helwest: Hezar û 186
Eniya Gel: 604
Bizotnewa: 179
(ED)