Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a derbarê encamên hilbiajrtina Parlamenteriyê ya Serdema 28an de duh bi şev di Rojnameya Fermî da hatiye weşandin.
Li nava Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê û deriyên sînorî ji 64 milyon û 145 hezar û 504 hilbijêran, 55 milyon û 835 hezar û 895 hilbijêran ji bo hilbijartina parlamenteriyê deng dane.
54 milyon û 442 hezar û 588 deng hatine qebûlkirin û milyon û 393 hezar û 307 deng qebûl nebûne.
Rêjeya beşdariyê ji sedî 87,05 e
Rêjeya beşdariyê li nava Tirkiyeyê ji sedî 88,92 ye û li derveyî Tirkiyeyê û deriyên sînorî jî ji sedî 53,80 ye. Di encamê de rêjeya beşdariya hilbijartinê li nava Tirkiyeyê, derveyî Tirkiyeyê û deriyên sînorî ji sedî 87,05 e.
Di encama jimardina dengan de diyar bûye ku AKPyê li ser hev 19 milyon û 392 hezar û 462 (ji sedî 35,62) deng û 268 kursî li parlamentoyê, CHPyê 13 milyon û 802 hezar û 183 (ji sedî 25,35) deng û 169 kursî, MHPyê 5 milyon û 484 hezar û 820 (ji sedî 10,07) deng û 50 kursî, IYI Partî 5 milyon û 275 hezar û 981 (ji sedî 9,69) deng û 43 kursî, Partiya Çepên Kesk 4 milyon û 803 hezar û 922 (ji sedî 8,82) deng û 61 kursî, Partiya Yeniden Refahê milyon û 527 hezar û 48 (ji sedî 2,80) deng û 5 kursî, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê 956 hezar û 57 (ji sedî 1,76) deng û 4 kursî bidest xistine.
Partiya Milletê 52 hezar û 315 (ji sedî 0,10), Partiya Maf û Azadiyan 42 hezar û 509 (ji sedî 0,08), Partiya Komunîstan a Tirkiyeyê 63 hezar û 809 (ji sedî 0,12), Tevgera Komunîstan a Tirkiyeyê 17 hezar û 476 (ji sedî 0,03), Partiya Çepgiran 77 hezar û 992 (ji sedî 0,14), Partiya Ciwanan 112 hezar û 972 (ji sedî 0,21), Partiya Memleket 502 hezar û 669 (ji sedî 0,92), Partiya Buyuk Bîrlîkê 530 hezar û 770 (ji sedî 0,97), Partiya Yekîtiyê ya Edaletê 41 hezar û 196 (ji sedî 0,08), Partiya Anavatanê 66 hezar û 102 (ji sedî 0,12), Partiya Nûtiyê 11 hezar û 171 (ji sedî 0,02), Partiya Rizgariya Gelî 31 hezar û 831 (ji sedî 0,06), Partiya Rêya Netewî 17 hezar û 758 (ji sedî 0,03), Partiya Vatanê 52 hezar û 720 (ji sedî 0,10), Partiya Yekîtiya Hêzê 26 hezar û 359 (ji sedî 0,05), Partiya Edaletê 109 hezar û 236 (ji sedî 0,20), Partiya Zaferê milyon û 216 hezar û 399 (ji sedî 2,23) deng bidest xistine.
Li seranserê Tirkiyeyê namzeten serbixwe li ser hev 226 hezar û 831 (ji sedî 0,42) deng bidest xistine lê kes ji wan nebûne parlamenter. (AS/FD)