Encama “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” aşkere bû

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê di Şemiya 26ê Nîsanê de hat li dar xistin.
Ji Rojava, Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê û deverên din ên Sûriyeyê, nûnerên partî û hêzên kurdî zêdekirî 400 delge beşdarî konferansê bûn.
Ji Tirkiyeyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir, Parlamenterên Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û Mehmet Kamaç, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayigit beşdarî konferansê bûn.
Her weha ji PDKê Dr. Hemîd Derbendî, berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Scott Boles, berdevkên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li konferansê amade bûn.
"Em bibin yek û xwedî yekhelwest bin"
Hevseroka Daîreya Tekîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di destpêka axaftina xwe de bi xêr hatina delegeyan û şandeyên mêvan kir û got:
“Di despêkê de em bi xêr hatina şandeyên mêvan, şandeya DEM Partiyê, Rêzdar Hemîd Derbendî, Heyeta YNKyê ya Silêmaniyê dikin. Em spasiya hemû mêvanan hunermend û şexsiyetan dikin. Îro rojeke dîrokî ye çavên hemû parçeyên Kurdistanê li konferansê ne. Gelê me ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li parçeyên din jî li benda wê yekê ku aliyên siyasî helwesta xwe bikin yek. Piştî têkoşîneke demdirêj Rojavayê Kurdistanê hatiye wê astê ku divê çarenivîsa xwe diyar bike. Her wiha li gel dewleta Sûriyeyê çarenivîsa xwe diyar bike. Di destûrê de mafên xwe mîsoger bike. Em di vî warî de pitgiriya eniya Kurd bi germî em dibînin.
"Di serî de Birêz Serok Mesûd Barzanî, ji Bakurê Kurdistanê ji Girtîgeha Îmraliyê Rêzdar Serok Abdullah Ocalan her wiha rêxistinên din ên Kurdistanê, DEM Partî, YNK û Kak Bafil hemû rêxistinên Kurd piştgiriyê didin parastin û bipêşxistina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê. Em dengê gelê xwe dibihîin gelê me ji me dixwaze em bibin yek û xwedî yekhelwest bin. Piştî nîqaşan belegeyek hat amadekirin û wê belge were xwendin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê ku navenda wê li Hesekê ye Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî axavtina destpêkê ya konferansê kir. Ebdî ji bo piştgiriyê spasiya Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî, Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê a Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Giştî ê Yekitiya Niştimanî a Kurdistanê(YNK) Bafil Talebanî û Hevserokatiya KCKê kir.
Mezlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe bixêrhatina mêvanan kir û ragihand ku parastina destkeftên Rojavayê erkeke bingehîn e û ev 14 sal in ku ew di şerekî dijwar de ne ji bo parastina wê herêmê.
“Pêwîst e mafên hemû pêkhateyan bên parastin”
Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan û got,
"Ev konferans ne ji bo perçebûna Sûriyeyê ye berevajoyê wê ev ji bo yekbûna Sûriye ye. Em careke din tekez dikin ku em li gel yekîtiya axa Sûriyeyê ne. Em dibêjin ku yekîtiya Kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye, xurtbûna Kurdan xurtbûna Sûriyê ye.”
Mezlûm Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê gelek netewe, ol û pêkhate dijîn û wiha domand:
“Ji bo vê yekê jî pêwîstiya Sûriyeya nû bi destûreke nenavendî heye. Pêwîst e mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de bên parastin û di destûrê de werin bicihkirin. Divê Sûriyeyeke nenavendî karibe hemû pêkhateyna hembêz bike. Li bakurrojhilatê Sûriyeyê em û pêkhateyên Ereb, Suryan, Asur, Ermenî û aliyên din 12 salin bi hev re dijîn û me bi hev re şer kir û xwîna me têkelî hev bûye. Ezmûneke me ya birêvebiriyê bi hev re heye. Dîrokeke me ya bi hev re çêbûye.”
“Yek ji erkê me yê esasî yê destpêkê ew e ku em deskeftên heta niha li bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin wan biparêzin. Dîsa em dizanin ku ev herêm demeke dirêj hatiye paşguhkirin û îhmalkirin. Armanca em ew e ku ev herêm bi tevahiya pêkhateyên xwe di Sûriyeya nû de ciheke xwe yê layiq hebe. Em wekî gelê Kurd, ji roja Sûriye hatiye avakirin heta îro em her hatine înkarkirin û zêdegavê li hemberî me hatine kirin.
Gelê Kurd her tim li dervey rêveberiya Sûriyeyê maye. Di van çend salên dawiyê de gelê Kurd ji bo yekîtiya Sûriyeyê têkoşîneke mezin da meşandin. Em axa û yekîtiya Sûriyeyê jî parast û Kurdan îspat kir ku ji hemûyan zêdetir welatperwerî Sûriyeyê ne. Ji bo vê yekê jî divê mafên neteweyî û siyasî yê gelê Kurd li Sûriyeyê nû were parastin.”
"Fermandarê Giştî yê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir û got, “Ez keda Serok Barzanî bi bîr tînim û spasiya wî dikim. Dîsa di vê xebatê de piştgiriya Hevserokatiya KCKyê jî hebû û em spasiyan wan jî dikin. Em hewldan û pişgiriya Birêz Nêçîrvan Barzanî û Birêz Bafil Talebanî jî ji bîr nakin."
"Îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketinê holê"
Mesûd Barzanî jî ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê peyamek şand û diyar kir ku îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketine holê û got:
“Ev konferansa gaveke girîng û dîrokî ya hewlên avakirina yekrêzî û destnîşankirina dîtineke hevpar e ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan li welatê we mîsoger bike. Her wiha ji bibe sedema beşdariya we ji bo paşerojeke çêtir ji bo hemû Sûriyeyê.
Di vê çarçoveyê de dixwazim spasiya hewlên Birêz Mezlûm Ebdî û yek bi yek hewlên we dikim ji bo rê li ber vekirin û lidarxistina vê konferansê. Hêvî dikim hûn di hewlên xwe de berdewam bin ji bo bilindkirina asta têgihiştina hevdû û karê hevpar di rêza gelê me de.
Diyar e gelê Kurd ji ber îhmal û çewisandina bi dehsan sal dinal e. Îro guherînên lezgîn li herêmê û Sûriyeyê çêbûne derfetên baş ji gelê me re çekirine û berpirsiyariyeke dîrokî ya giran dikeve stuyê wê ji bo derbaskirina tehdîdan û amadekirina projeyeke berfireh û guncaw a li gor daxwazên gelê me di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û azad û demokratîk de bîne ziman. Em piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke azad û demokrat pirreng û wekîhev ku tê de mafên hemû gelên Sûriyeyê bên parastin û mîsogerkirin û şopên zordariyê nemîne. Her wiha em piştgiriyê amadekirina destûrekê dikin ku van prensîban biparêze û ewlehê aranî û bihevre jiyanê lêborînê li welat mîsoger bike. Ev gaveke bîngehîn e ji bo paşerojeke geş ji bo hemû Sûriyeyê.
"Yekgirtina Kurdan deriyê çareseriya dadmend e"
"Rêzdaran ez dixwazim dubare bikim yekgirtina Kurdan û avakirina bingeheke hevpar, deriyê bingehîn ê çareseriya dadmend a Pirsgirka Kurd e li Sûriyeyê. Li ser vê bingehê çêkirina şandeyeke hevpar a Kurdî ji bo diyalogê li gel birêveberiya nû ya Şamê gaveke pêwîst, berpirsiyariyeke rastîn e ji bo avakirina paşeroja welat û mîsogerkirina mafên gelê me di pêvajoya biryarên siyasî de. Her wiha em tekeziyê li xurtkirina pêwendiyan biratiyê di navbera Kurdan û pêkhateyên hemû Sûriyeya cîranê me dikin. Ez ji konferansa we re serkeftinê dixwazim û hêvîdar im encamên wê bibin sedema bihêzkirina têkoşîn û xebata gelê me. Piştgiriya xwe ji bo her hewla dilsoz dubare dikim ku armanca wê yekxistina hêzên Kurdan be.”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi peyamake piştgiriya xwe ya ji bo konferansê nîşan da.
Peyama Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Konferansa Neteweyî ya Rojavayê hat xwendin:
“Nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî yê Rojavayê Kurdistanê mêvanên hêja roj baş.
Di destpêka axaftina xwe de ku dê li ser navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diaxivim, spasiya Komîteya Amadekar a Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê dikim ji bo vexwendina vê konferansa dîrokî û girîng a di vê qonaxê de. Em serkeftinê ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê re dixwazin.
“Em dê piştgiriyê bidin tevgera rizgariya Kurdan”
Em we pişrast dikin ku em dê piştgirî û alîkariyê bidin tevgera rizgariya Kurd a li Sûriyeyê. Yekîtiya NIştimaniya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Kurd dê bi yekrêzî yekhelwesta niştimanî dê bigihên mafên xwe yên destûrî. Wekî YNKyê em ji hemû aliyê Kurdî dixwazin ku bi hev re û bi yek proje hareket bikin da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bê parastin û garantîkirin. Divê em ji bîr nekin ku aliyên navneteweyî pêşhatên li herêmê û Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne.
“Yekrêzî û yekhelwestiya we cihê hêviyê ye”
Yekrêzî û yekhelwestiya we cihê hevî û umêda civaka navneteweyî, welatên deverê û gelê Kurd e jî. Pêwîst e û erke ku em hemû piştgiriyê bidin yekrêziya tevgera Kurd û rê li ber plana têkdana yekîtiyê bigirin.”
"Konferans nîşaneya yekrêziya Kurdan e"
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di destpêka konferansê de axaftinek kir û got:
“Em wekî DBP, TJA û DEM Partiyê dixwazin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêzdar Ocalan bi piştgiriyeke xurt bigihînin 4 parçeyên Kurdistanê û cihanê. Beriya banga Rêzdar Abdullah Ocalan wî ji Heyeta DEM Partiyê re eşkere kiribû ku divê li Rojavayê Kurdistanê nêrîn helwesta hemû alî û aktorên siyasî bên wergirtin. Di vê çaroveyê de me li Rojavayê Kurdistanê,Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û diyasporayê nêrîna hemû kesî wergirt.
Me nêrînên wan gihandin Rêzdar Abdullah Ocalan û ew bangewazî ji cihanê re hat parvekirin. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî biryar in û bi israr in û 2 tiştên dîrokî û cihanê ne. Yek azadî ye, ya duyem jî aştî ye. Bingeha wê jî yekrêzî û yekgirtina Kurdan a li Kurdistanê ye."
Ev konferans nîşaneya wê yekê ye ku Kurd yekrêz in hevgirtî ne û bi hev re ne û dê Kurd li cihanê û Rojhilata Navîn bibin gelekî qedim ku azadî û aştiyê dixwaze. Ev koferans ji gelê me re ji me re pîroz be. Ez silav û dilsoziyên gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji konferansê re ji we re dişînim.”
“Konferansê wateyeke dîrokî heye”
Hevserokê KNKyê Zeyneb Mûradê jî lidarxistina konferansê pîroz kir û got ku ev konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin û got:
“Wataya dîrokî dê ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe, her wiha dê ji bo tevahiya Kurdistanê hebe. Ji ber ku meseleya yekîtiya neteweyî û yekrêziya aliyên siyasî bi salan e di rojeva me deye. Kar û xebatê gelekî berfireh ji bo vê hatine meşandin.
Wekî hûn jî baş dizanin aliyekî kar û xebatan wekî Kongeraya Netweyî ya Kurdistanê me daye meşandin. Em bi dilxweşî û serbilindî tovê wê bingehê îro li Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Rojavayê Kurdistanê çawa destpêka şoreşê û di berxwedana Kobaniyê de hemû gelê me anî ba hev, gelê me îro jî bi hev re ye. Lewma em spasiya gelê me û hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin."
Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin diyaloga Kurdan a li Rojavayê.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re li ser diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê de axivî.
Wî berdevkî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Amerîka piştgiriya destpêkirina diyaloga di navbera Kurdan de dike û çavê wê li wê yekê ye ku pêşveçûna berdewam hebe.”
Metnê encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
"Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 26ê Nîsanê 2025an li bajarê Qamişloyê piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayên me ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeyeke nû û beşdarbûna di teşedayîna pêşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî rûxandina rejîma zordar a li Şamê (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an), vê rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî bin pê kirin û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir û bi milyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin û her çend gelê Sûriyeyê ji bo rûxîna wê rejîmê û bidawîkirina zordariya wê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîd dan.
Gelê Kurd bi dehan salan têkoşiya da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya nîştimanî ve girê da, ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a piralî li Sûriyeyê.
Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîv û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê wek dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
Beşdaran dîtina hevbeş a Kurdî ya ku ji konferansê re hat pêşkêşkirin, wek belgeyeke damezirîner ku îradeyeke kolektîv diyar dike û nêzîkatiyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya piretnîk, pirolî û pirçandî û pirneteweyî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin pejirand.
Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wek bingeheke ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be.
Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nava xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake yan jî paşguh bike, dûrî zîhniyeta yekalî di raman û pratîkê de û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cure cudakariyê biparêze û Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê be.
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a Kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên pêwendîdar re dan û standinê bike û diyalogê bike da ku bigihêje naveroka wê û mîsoger bike."
(AY)
*Çavkanî: MA, Rudaw, Ajansa Nûçeyan a Hawarê