Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 22 roj in li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Şenyaşarê çalaki ji bo hevjîn û kurên xwe dabû destpêkirin. Polîsan Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar desteserkirine.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar birine Midiriyeta Edliyeya Rihayê û lê bendê ne îfadeyê wan wer in girtin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)