Fotograf: MA
Çalakiya Malbata Şenyaşarî ya li ber avahiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê di roj 43yan de didome.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê heta avahiya Wezareta Dadê bi kursiya biteker çû. Şenyaşar di dema meşa xwe de kaxiza li ser wê “Edalet” dinivîsî, hilda.
Li gorî nûçeya MAyê, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewligê Omer Farûk Hulaku piştgiriya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşarî kir.
Di 14ê Hezîrana sala 2018an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKPyê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî Malbata Şenyaşarî kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9ê Adara 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê.
Emîne Şenyaşar a hate ber deriyê Wezareta Dadê xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan û li vir got: “Çend sal in em li bendê ne ku edalet were. Gelo edaleteke wiha heye? Bila pergala we têk biçe.”
“Wezîr 43 roj in nîne”
Malbata Şenyaşarî pişt re diyar kir ku dixwazin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin. Xebatkarên Wezaretê anîn ziman ku wezîr ne li cihê xwe ye.
Baroyan piştgirî dan çalakiyê
Malbata Şenyaşar a piştî demekê li vir ma derbasî Parka Guvenê ya Kizilayê bû. Malbatê li vir bi serokên Baroyên Wan, Semsûr, Mûş û Êlihê re hevdîtin kir û paşê jî û Parlamentoyê. (FD)