Fotoğraf: Çapemeniya HDPê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di civîna “Em Mafê Siyasetê yê HDPê Diparêz in” de axivî ye. Civîn bi banga Komeleya Mafên Mirovan(İHD) ji aliyê gelek rexistinên kedê, pîşeyî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ve hatiye lidarxistin.
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê HDPê destnîşan kiriye ku armanca polîtîkayên zextan tenê ne partiya wan e û wiha gotiye: “Her çiqas hedefa wan weke HDP xuya bike jî armanca bingehîn qedandina siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê ez vî serenava li vir ya ‘Em mafê HDPê yê siyasetê diparêzin’ weke em têkoşîna aştiyê, israra demokrasiyê û hesreta azadiyê biparêzin dixwînim. Yekane rêya vê jî mezinkirina têkoşîna hevpar e.
“Heta ku em têkoşîna hevpar mezin nekin em nikarin li dijî vê hişmendiyê berxwedaneke bi hêz jî pêkbîne.”
Sancarî diyar kiriye ku civîn hatiye kirin ev tê wateya vîna têkoşîna hevpar û axaftina xwe wiha berdewam kiriye: “Ez bawer dikim ku wê ev îrade pêl bi pêl mezin bibe. Wê li dijî pergala talan, tundî û şer hêza herî xurt bi hevrebûyînê pêk bîne. Divê îro teqez di têkoşîna azadiyê de rûpeleke din vebe. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bi israr bimeşînin.
Biryara Dadgeha Destûrî ya Gergerlîoglû
"Di gel ku beriya 4 rojan Dadgeha Destûrî ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû biryara binpêkirinê da jî ev desthilat pêwistiya wê pêk nayîne. Dadgeha Destûrî bi xwe dibêje ev xesp li derveyî hiqûqê ye û lê 4 roj in hêj jî di hundir de tê girtin. Hevalên me îro ji bo Nobeta Edaletê li pêş Girtîgeha Sîncanê kom bûbûn. Lê mixabin polîsan bi awayekî tund mûdaxale kirine. Kurê Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû jî di nav de li gelek hevalên me tundî lê hat kirin û hatin desteser kirin.”
“Em vê jî şermezar dikin. Em ji bo Gergerlîoglû û hemû siyasiyên dîl girtî azadiyê dixwazin. Ez ji helbestên Ahmet Tellî pir hez dikim. Ez ê niha beşeke helbesteke wî ji we re bixwînim ‘Dema şer mezin dibin zilm jî xelas dibin. Vaye bi têkoşîna hevpar wê teqez ev zilm biqede’ Ez ser navê partiya xwe spasiya xwe pêşkeşî we hemûyan dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku biryara mezinkirina têkoşînê hêvî daye hemû civakê.”
“Em li gel HDPê ne”
Di civînê de Ozturk Turkdogan,Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser navê Hêzên Demokrasiyê û Kedê daxuyanî xwendiye û weha gotiye:
“Ew ji bo demokrasiyê û mafên mirovan, mafê siyasetê yê HDPê diparêzin û ew serdemek dijwar de derbas dibin û ji bo vê yekê ne girtina HDPê, dixwazin demokrasî û mafê mirovan li pêş bikeve.”
Turkdogan weha aniye ziman, “Heke HDP were girtin wê darbe li siyaseta demokratîk û Tirkiyê were xistin. Em li gel HDPê ne”
Saziyên ku îmzeya wan li bin daxûyaniyê ne ev in:
“Federasyona Bektaşî Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Komeleya Çandê ya Elewiyan, Helwdana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Komeleya Li Dijî Darbeyên Leşkerî, Partiya Şoreşger a Yekgirtî, Komeleya Rojnamevanan a Hemdem, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, Koordînasyona Komeleyên Xwecihî ya Demokratîk, Ji bo Yekîtiyê Demokrasî, Partiya Herêmên Demokratîk, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Karkeran, Federasyona Şoreşgerên 78’an, Federasyona Komeleyên Dersimê, Partiya Karkerên Şoreşger û Sosyalîst, Grûpa Diyalogê, Hewldana Li Dijî Sûcê Ramanê, Partiya Kedê, Partiya Sosyalîstan a Bindest, Partiya Tevgera Kedê, Yekîtiya Ekolojiyê, Malên Gel, Kongreya Demokratîk a Gelan, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyê, Platforma Maf û Edaletê, Komeleya Çandê ya Hubyar Sultan Alevî, Komeleya Mafê Mirovan, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Partiya Çep, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Partiya Karkeran a Tirkiyê, Partiya Civakî ya Azadî, Partiya Çep a Kesk, Hewldana Welatî, Hewldana 78an.”
(DŞ/AY)