9 SAZIYÊN SIVÎL:
“Em ji bo parastina HDPê û demokrasiyê bang li we dikin”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Gruba Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), Çalakiya li Dijî Sûcên Ramanê, Platforma Maf û Dadê, Platforma Siyaseta Sîvîl, Komeleya Hîndekarên Zanîngehê (UNÎDER), Hewldana Hemwelatiyan, têkildarî desteserkirina endamên berê yên desteya rêveber a navendî ya HDPê daxuyaniyek weşandine.
"Pêwîste li cem HDPê bisekinin"
Saziyan di daxuyaniya xwe de wiha gotine:
“Partiyên siyasî, saziyên civaka sîvîl, rêxistinên pîşeyî, sendîka, hemû hêzên demokrasiyê ji bo parastina hebûna xwe û pergala demokratîk pêwîste li cem HDPê bisekinin û raste rast pişgiriyê bidine HDPê.”
“Divê partiyên mixalefetê neyên lîstika dabeşkirin û hilweşandinê, ya ku deshilatdarî hewl dide li ser HDPê bilîze, lê divê bibînin ku darbeyê berê xwe daye wan û eniya demokrasiyê ye.”
“Em bang dikin, yên ku baweriya wan bi pergala demokrasiyê heye, yên ku xwe demokrat diyar dikin; yên maf, hiqûq, edalet, wekhevî, azadiyê dixwazin, yên pergala makeqanînî diparêzin û em bang li hemû hêzên dijber dikin ku li cem HDPê bisekinin û demokrasiyê biparêzin. Ev xetereya cemawerî bi tenê li dijderketineke cemawerî dikare wê ji holê rake.” (RT/AY/FD)