Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterên jin yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Partiya Gel a Komarî(CHP) di hevdîtina budçeya sala 2022an ya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatan ku li Komîsyona Budçe û Planê de pêk hatiye, vekişandina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê protesto kirine.
Parlamenteran pankartên “Em ê Peymana Stenbolê bi şûn ve bîn in û bide pêkanîn”, “Na ji xizaniya jinan re ” û “Ji bo jinan edalet” vekirine.
Di çalakiyê de parlamenterên HDPê yên jin ji komîsyonê pirsîne û gotine, "Li dijî xizaniya jinan hûn dixwazin tedbîrên çawa bigirin, we ji ber çi Peymana Stenbolê betalkirin?"
Parlamenterên CHPê jî nerazîbûn nîşanî Wezîr Derya Yanikê dane ku qala Peymana Stenbolê nekiriye û gotine, "Bi yek gotinekî jî behsa Peymana Stenbolê nekir Birêz Wezîr."(RT/AY)