Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Aştiyê û Platforma Wekheviya ji bo Jinan - EŞIK daxuyaniyên nivîsî weşandine û 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî pîroz kirine.
*Artêşa Hîtlerê faşîst di 1ê Îlona 1939ê de Polonya dagir kiribû. Ji bo qetlîamên piştî vê dagirkirinê pêk hatine bibîr bînin û careke din şer çênebin, ji sala 1981ê û vir ve roja 1ê Îlonê, weke "Roja Aştiyê ya Cîhanî" tê pîrozkirin.
*Neteweyên Yekgirtî di Civata xwe ya Giştî ya sala 2001ê de, biryareke nû dabû û gotibû ku wê her sal 21ê Îlonê weke Roja Aştiyê ya Cîhanî/Roja Aştiyê ya Cîhanî ya Navnetewî pîroz bikin.
"Tirkiye di tarîtirîn deman re derbas dibe"
Weqfa Aştiyê bi ser navê "Nabe dest ji mafê Aştiyê berden û nikarin mafê aştiyê asteng bikin" daxuyaniyeke nivîskî weşandiye:
Weqfê behsa pîrozbahiyên 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî yên salên 1990î pêk hatine kiriye. Di berdewama daxuyaniyê de gotiye:
*Ji destpêka salên 2000î û pê de hewldanên ji bo aştî û çareseriyê mixabin negîhiştin hedefa xwe. Piştî pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015ê mixabin, Tirkiye di dîroka xwe ya nêzîk de ketiye tarîtirîn demê.
*Îro "mafê aştiyê" li welatê me di bin lingan de ye ku nirxê mirovahiyê yê jêneger e û di rêza serî ya hiqûqa mirovî ya navnetewî de ye.
*Berpirsiyariya yekem a hemû mirovên me ne ku vê rewşê bidawhî bikin. Sala li pêş me, ji bo vî tiştî gelekî krîtîk û girîng e.
EŞIK: Em ê bi israr aştiyê bixwazin
EŞIKê bal kişandiye ser "polîtîkaya karûbarên derve ya feminîst" û gotiye:
"Em careke din balê dikişînin ser wî tiştî ku ji bo em bi hev re aştiyeke mayînde û berdewam bike saz bikin, em ê ti carî dest ji têkoşîna hevbeş û mafê xwe yê jiyanê yê bê şer û bê tundkarî bernedin. Bijî hevgirtina jinan a Tirkiye û cîhanê! Bijî têkoşîna me ya aştî, azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê!"
(EMK/FD)