Atolyeyên serdema biharê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî destpê kirin. Ji bilî mirovên gihîştî ji bo zarokan jî atolyeyên ziman vedikin. Di nav kursan de ji bilî sê zaravayên kurdî (kurmancî, soran, kirmanckî) carînan kursên kelhurî, lekî û hewramî jî tên vekirin. Dersdar û rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Sîpan Hacoyî diyar kir ku yek ji xebatên esasî yên Komeleyê xebatên perwerdeyê ye. Bi gotian Hacoyî her serdemê derdora 70-80 zarokî beşdar dibin û bi dersdarên me yên ku di qada perwerdeya zarokan de xwedan tecrûbe ne, kurdî hîn dibin û pêşvetir dibin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) hate girtin, d isala 2017an de ava bû. Ew xim kursên kurdî vedikin û him jî karê weşanê yên derbarê hînkirina zimanî de dikin. Heta niha bi dehan pirtûkên hînkirinê yên mezin û zarokan, çîrok, berhevok, ferheng û çendîn kovar çap kirine. Her weha derbarê ziman de panel, seminer, gotûbêj û komxebatan saz dikin.
Sîpan Hacoyî derbarê xebatên perwerdeyê yên Komeleyê de got ku “Yek ji xebatên me yên esas, xebatên perwerdeyê ne; ango atolyeyên hînkirin û pêşvebirina kurdî ne. Bi perwerdeyê armanca me ew e ku, em bikarin zimanê xwe ji polîtîkayên pişaftinê biparêzên, zindî bihêlin û berbelav bikin. Her wiha bi firehkirina qada zimanî, daxwaza bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê xurtir bikin.”
Serlêdanên ji bo "Serdema Biharê" destpê kirineSerdema nû ya ji bo zarokan wê di 26ê Adarê de destpê bike. Kurs ji bo zazakî û kurmancî ye. Di kurmanciyê de wê sê kom hebin ku koma yekem ji bo zarokên 4 û 6 salî û ya duyem ji bo zarokên 7 û 10 salî ye ku ev herdu kom ji bo kesên bi kurmancî dizanin wê vebin. Koma sêyem jî dîsa ji bo zarokên temenê wan di navbera 7 û 10 salan de bin û bi kurmancî nizanibin. Ji bo zazakiyê jî wê du kom vebin ku herdu jî ji bo zarokên temenê wan di navbera 7 û 10an de ne û yek ji bo zarokên bi zazakî dizanin ya din jî yên nizanin wê vebe. Ders li sor zoomê wê pêk bên. Ji bo serlêdanê bitikîne |
“Dersdarên me dilbexşane ne”
Li Komeleyê her sal sê serdeman kurs vedibin ku serdema biharê, serdema havînê û serdema payîzê ye. Her serdemeke perwerdeyê sê mehan didome. Hacoyî diyar kir ku her serdemekê li derdora 20 dersdar dersan didin û dersdarên wan dilbexşane ango xwebexş in:
“Di van kursan de ders hem rû bi rû hem jî online ango li ser zoomê çêdibin. Bi gelemperî ev kurs ji bo 3 zaravayan (kurmancî, soranî, kirmanckî) vedibin. Em carinan bi zaravayên wekî kelhurî, lekî û hewramî jî atolyeyan vedikin. Dîsan em her serdem atolyeyên zarokan jî ji bo zaravayên kurmancî û kirmanckî vedikin.
“Atolyeyên zarokan tevahî online çêdibin”
“Ji bo atolyeyên zarokan her serdem derdora 70-80 zarokî beşdar dibin û bi dersdarên me yên ku di qada perwerdeya zarokan de xwedan tecrûbe ne, kurdî hîn dibin û pêşvetir dibin. Atolyeyên zarokan tevahî online ango li ser zoomê çêdibin. Xwendekarên atolyeyên mezinan jî, her serdem derdora 250-300 kesî ne. Ev atolye hem rû bi rû li sazîya me û hem jî online çêdibin. Sîstema online piştî pandemîyê di gelek qadan de pêşve çû û zêdetir hat tercîhkirin. Niha jî wisa ye. Kêm zêde ji sê parên xwendekarên me du par online dixwazin. Helbet qada dîjîtal derfeteke mezin e. Ji ber ku ji her derê kes dikarin beşdarî kursan bibin, wekî mînak li derveyî welat gelek kes beşdarî kursên online dibin. Em jî hewl didin ku ji bo hînkirina zimanî vê qadê bi awayekî baş bi kar bînin”
“Kesên bîyanî jî tevî dersên me dibin”
Sîpan Hacoyî destnîşan kir ku ne tene kurd beşdarî kursên wan dibin, her weha kesên bîyanî jî tevî dersên kurdî dibin û kurdî hîn dibin:
“Em wek Komeleya Lêkolînên Kurdî kêfxweş in ku bi xebatên xwe yên li ser zimên xizmeta gelê xwe û zimanê xwe dikin. Ji bo geştirkirina qadê pêdîvîya me bi piştevanîya gelê me û hemû sazî û dezgehên me heye. Ji ber ku em dizanin em tenê çend sazî û dezgehên zimanî nikarin bigihêjin armanca xwe. Lewra bi hemû gelê xwe û rêxistinên xwe ve em dikarin pêşîyê li pişaftinê bigirin, ziman û çanda xwe biparêzin û hebûna xwe misoger bikin.” (HS/FD)