SEROKKOMARÊ IRAQÊ, FÛAD MEHSÛM
Em di wê fikarê de ne ku çêdibe wek Efrînê operasyon li Şingalê bê kirin
Serokkomarê Iraqê, Fûad Mehsûmî diyar kir “piştî endamên PKKyê ji Şingalê derketin ti hêzên biyanî nikare parçeyeka axa Iraqê dagir bike.”

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokkomarê Iraqê, Fûad Mehsûmî eşkere kir ku divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî yên li Başîkayê vegerîne welatê xwe.
Wî diyar kir ew di wê fikarê de ne ku çêdibe wek Efrînê operasyon li Şingalê bê kirin.
Mehsûmî got:
“Piştî endamên PKKyê ji Şingalê derketin ti hêzên biyanî nikare parçeyeka axa Iraqê dagir bike.
“Ez ne di wê baweriyê de me ku şerek derbikeve.
“Peymanên di navbera Bexda û Enqereyê de hene ku kêrî çareserkirina kêşeyên bi vî rengî tê.”
(PT/MB)
Çavkanî: Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.