Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 297emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, serdana nobeta malbata Şenyaşar kirine.
“Divê berpirsiyar bersiv bidin”
Hevserokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Zulkuf Guneş, di serdanê de axiviye û diyar kiriye ku dizanin derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehetiye destpêkirin û doz nehatiye vekirin û wiha axivî: "Ev bêhiqûqî veguheriyê rûtînê. Venekirina dozê di wijdanê civakê de tê lêpirsînkirin. Bi dozgerekî xwedî wijdan wê hesap ji berpirsyaran bê pirsîn. Divê ev pêvajo demildest dest pê bike û av li kezeba dayika me Emîne bê werkirin. Ev bêhiqûqî ne tenê li dayika me Emîne û malbata Şenyaşar tê kirin, li gelê Pirsûsê û li me tevan tê kirin. Divê demildest hesab ji berpirsyaran bê pirsîn."
“Em bi malbatê re ne”
Guneş, bi lêv kiriye ku li cem malbata Şenyaşar in û weha gotiye: "Heta ku berpirsyar hesab bidin wê piştgiriya me bidome. Em ê bûyerê bişopînin. Bi awayekî demildest hesab ji faîlên ku 3 kesan kuştin û bûyer ji aliyê qamerayên nexweşxaneyê ve hatiye qeydkirin bê pirsîn wê wijdanê civakê rehet bibe. Em li cem malbatê ne."
Piştî Guneş Ferît Şenyaşar jî axaftinek kiriye û ji ber serdana wan spasiya kedkarên perwerdeyê kiriye.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)