Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Bi Hejmar 8 a Stenbolê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek bi navê "Jiyana Pirzimanî û Mafên Ziman" li dar dixe.
Di panela ku psîkolog Munevver Aslan moderatoriya wê dike de, ji Zanîngeha Bîlgiyê akademîsyen Bulent Bîlmez, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, Endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Erdogan Yilmaz û perwerdekar Tahîr Barasî weke axaftvan beşdar dibin.
Panel li Şaxa Egîtîm Sena Bi Hejmara 8 wê bê lidarxistin û saet di 18:00an de dest pê dike.
(RT/AY)