Ji bo nûçeya Tirkî
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala derbarê êrişa li Balafirgeha Ataturkê pêk hat de li meclise daxuyanî da.
Alayî daxuyand ku di encama êrişa li Balafirgeha Ataturkê de hejmara kesên kuştî derket 43an, 24 ji wan welatiyên Tirkiyeyê ne û 94 kes hêjî li nexweşxaneyên tên dermankirin.
Daxuyaniya Alayî bi vî rengî ye:
‘Ji 3 êrişkaran nasnameya yekî diyar bû.’
‘Derbarê mijarê de ji gelek warî ve lêpirsîn tê kirin. Li gorî delîlên bidestketî, wisa dixwiyê ku êriş ji hela DAIŞê ve hartiye kirin.’
Derbarê 50 hezar û 177 kesan de qedexeya hatina welêt
Efkan Ala derbarê çûn-hatina Sûriyê de wiha got:
‘Di dinyayê de dewleta ku herî zêde li dijî terora navneteweyî têkoşînê dide Tirkiye ye. Ji duh ve wezîrên Almanya, Hollandayê bigire heta yê Amerîkayê bi riya telefonê li me geriya û peyamên sersaxiyê ji me re şandin’
‘Me heta vê demê derbarê 50 hezar û 177 kesan de biryara qedexeyê da û hatina wan ê Tirkiyeyê hat astengkirin.’
(AS/YO)