Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vladîmîr Pûtîn, Serokê Dewleta Rûsyayê duh(26ê Ilonê) bi biryarnameyekê hemwelatîbûna Rûsyayê daye Edward Snowden.
Edward Snowden, Xebatkarê berê yê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), di sala 2013an de belgeyên nehênî yên îstixbarata DYAyê eşkere kiribû.
Piştî eşkerekirina belgeyan ji tirsa ku bê darizandin, penahendeyî Rûsyayê bûbû.
Edward Snowdenê ku bi belgeyên ku eşekere kiribû derxistibû holê ku îstîxbarata DYA û Îngilîstanê li çaraliyê cîhanê xebatên guhdarkirinê dimeşînin, ji wê demê ve bi destûra rûniştinê ya daîmî li Rûsyayê dijî.
Di nav belgeyên ku Snowden eşkere kirine de belgeyên weha hebûne ku NSA li derveyî welat bi rêya yekîneyên veşartî yên serbi Dewletên Yekbûyî , avahiyên hukûmetên biyanî dişopîne û qeydan digire.
(SD/AY)