Berhem Salih, Serokomarê Iraqê îro bi fermî Ednan Zurfî ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kiriye.
Li gor beyanameyake Serokomariya Iraqê, îro Ednan Zurfiyî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin. Lê xwepêşanderên Iraqî yên li Meydana Tehrîrê erkdarkirina Ednan Zurfî red kirine.
Beriya niha dihat çaverêkirin, Neîm Suhêl an jî Mistefa Kazim ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bê rekdarkirin.
Ji îro ve heya meheke din ji bo kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne dem li ber destê Ednan Zurfiyî heye, û pêşkêşî parlamentoyê bike da ku deng li ser bawerîdan an nedana bi kabîneya wî bihê dan.
Derbarê Ednan Zurfiyî de
Ednan Ebid Xizeyîr Ebas Metir Zurfî.
Sala 1966an li Necefê ji dayîk bûye Sala 1983an li gel Partiya Dawe ya Îslamî peywendî daniye. Bekaloryos li Koleja Fiqe ya Zanîngeha Kufe temam kiriye. Master li Zanîngeha Kufe.
2004 – 2005 Endamê Encûmena Parêzgeha Necefê bû
2006 Endamê Encûmena Parêzgeha Necefê
2006 – 2009 Wekîlê alîkar bû bo karêbarên îstîxbaratî li wezareta navxwe
2009 – 2015 Parêzgarê Necefê
Sekreterê Giştî yê Tevgera Wefa ya Iraqî
Serokê Hevpeymaniya Nesir e li Parlamentoya Iraqê
(FD)
Çavkanî û foto: Rûdaw