E-kovara bi navê Dialogê dest bi weşanê kiriye. Dialog wê cih bide nivîsên derbarê şano, dans û performansan de. Malpera Dialogê di 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî de dest pê kiriye û nivîs weşandine.
Derhêner Mîrza Metîn pêşengî û berpirsiyariya giştî ya e-kovarê dike û kovarê bi van nivîsan dest bi weşanê kiriye:
Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu bi navê “Honakeke ‘Tarî’ ya Xwe Spartî Neliheviyan: Macbeth” nivîsandiye. Zelal Angayê bi nivîsa xwe ya ku serenavê wê “Forsa Şerko û Forsa Godot: Li ser şanonameya Forsa Şerko vekolîneke cerribandinê” ye, li ser lîstika Yusuf Unay ya ku tu carî derneketiye pêşberî temaşevanan, bi awayekî dramaturjîk xwendineke vekolînî kiriye.
Berrî Shemdînê bi nivîsa xwe ya “Govend Katharsisa Kurdan e” li bersiva pirsa “Kurd (bindest) li hemberê serdestên xwe, hunerê, bi taybetî govendê ji bo berxwendan û dermanê travmayên hilbijartî, çawa dike amurekê?” geriyaye.
Aktor, derhêner û dramaturg Şalîko Bêkesî di gotara xwe de, bi awayekî kronolojîk û bi nêrîneke rexneyî behsa tecrubeya şanoya Kurdî û xebatên şanoyê yên li Soveyetê kiriye.
Rojnamevan û wergêr Sîrwan Rehîmî di nivîsa xwe de behsa hevnasîna xwe û derhênerê navdar ê pandomîmê Arsen Poladovî kiriye ku li cîhanê di nav derhênerên pandomîmê de di rêza çaremîn de ye.
Şanoger Yusuf Unayî bi nivîsa xwe ya ku serenavê wê “Têkiliya Kereng û Hunerê” ye, di rûpelên Dîalogê de cî girtiye.
Pelda Balê bi lîstikvan, derhêner û şanonamenûs Îhsan Aratî re li ser şano û şanogeriya Kurdî, li ser damezirandina Tiyatro Rîtûlê û bandora pandemiyê li ser şanoyê hevpeyvînek pêk aniye.
Marî R. Rostamiyê bi nivîsa xwe ya bi navê “Mem û Zîn û Destpêka Şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê” ku Fexriya Adsay ji Îngilizî wergerandiye tevli DÎALOGê bûye.
Ekîba amadekar derbarê armancên E-kovarê ev tişt diyar kirine:
“Armanca Dîalogê, sazkirina qadeke nivîskî, rexneyî, analîzî û zanistî ye di derbarê şano, dans û performansê de; sazkirina diyalogeke nivîskî û hevpar di navbera şanoger, dansvan, performer û kedkarên hunerên sahneyî de; sazkirina nêrîneke dijmêtinger di warê hunerên sahneyî de û sazkirina arşîveke online di derbarê şano, dans û performansa kurdî de, çend armancên Dîalogê ne.” (FD)