Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Lara Seligmanê ya ji kovara Foreign Policy-yê, Dyayê perwerdeya pîlotên ji Tirkiyeyê daye sekinandin.
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) hefteya borî aşkere kiribû û gotibû ku ji bo Tirkiye biryara xwe ya kirîna sîstema berevaniyê ya S-400î biguherîne wan heta 31ê Tîrmehê dem diyar kiriye.
Patrick Shanahan, Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê nameyek ji Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Milî yê Tirkiyeyê re şandibû. Di nameya ku ji du rûpelan pêk tê de hatiye gotin ku, heke Tirkiye sîstema S-400î bistîne, wê nikaribe çar balafirên F-35 ên ku kirîne jî bi kar bîne.
Meclîsa Nûneran pesend kiriye
Di vê navberê de Meclîsa Nûneran a DYAyê duh di civîna xwe de pêşnûmeyek derbarê Tirkiyeyê de nîqaş kiriye. Di encama nîqaşê de biryar hatiye standin ku bang li Tirkiyeyê bikin. Di vê bangewaziyê de hatiye gotin ku, Tirkiye nikare him sîstema S-400î him jî balafirên F-35ê bikire. Divê biryarekê bide û yekê ji van hilbijêre.
Biryarên ku Meclîsa Nûneran distîne, weke pêşniyar pêşkêşî rêveberiya DYAyê tên kirin. Lê ti berpirsiyariyeke wan a hiqûqî nîne.
(PT/FD)
Çavkanî: Washington Post, Foreign Policy, Dengê Amerîkayê