Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê DYAyê Donald Trump û Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, bi rêya telefonê bi hev re axivî ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Trump û Erdogan li ser têkiliyên her du welatan û pêşketinên li Sûriyeyê axivî ne. Her weha hatiye diyarkirin ku divê piştgiriya pêvajoya siyasî bê kirin û divê li hemberî cure terorê têkoşîn bê kirin.
Sanders: Hêza aştiyê wê ji bo demekê li Sûriyeyê bimîne
Piştî axavtina Trump û Erdoganî berdevka Mala Spî Sarah Sandersê daxuyaniyek daye. Li gorî nûçeya Reutersê, Sandersê gotiye, 200 leşkerên amerîkanî wê ji bo demekê, weke hêza aştiyê li Sûriyeyê bimîne.
Rayedarekî amerîkanî ku ji pêvajoya plansaziya mijarê agahdar e û nexwestiye navê xwe bide, ji CNN Internationalê ri axivî ye, 200 leşkerên amerîkanî wê li navbera baregeha El Tanfê ku nêzîkî sînorê Iraq û Urdinê ye û bakurê rojhilatê Sûriyeyê bên bicihkirin.
Tê payîn ku 200 leşkerên amerîkanî, di warê lojîstîk û istixbaratê de kar bikin. (PT/FD)