Hat ragihandin ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îngilîstanê li çend bajarên Yemenê li dijî hin xalan êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê ya ku ji çavkaniyên herêmî yên Yemenê girtine, balefirên şer ên DYA û Îngilistanê bi şev hin cih û xalên li Sanaya paytexta Yemenê, bajarên Hudeyde û Taîzê dan ber bombeyan.
Hin rayedarên DYAyê ku daxuyanî dane medyaya wî welatî ragihandin ku hêzên Amerîkî û Îngilistanê herî kêm li 12 hedefên Hûsiyan xistine û êrîş bi balafirên şer û muşekên Tomahawk hatine kirin.
Ajansa nûçeyan a Hûsiyan, SABAyê jî, agahî parve kir ku paytext Sana, Hodeyda, Sada û Zemar "bi êrîşên DYAyê re rû bi rû ne".
Biden daxuyanî da
Serokê DYAyê Joe Biden têkildarî êrişên hewayî yên li Yemenê daxûyaniya nivîskî da.
Biden di daxuyaniyê de diyar kir ku “ji bo bersivdayîna êrîşên li Deryaya Sor", wan li Yemenê li hêzên Hûsiyan xistin e û got:
“Dema pêwîst bû ez dudilî nabim ku li dijî Husiyan fermana çalakiyên serbazî bidim.
Êrişên berdewam ên Husiyan ên li Deryaya Sor karmendên Amerîkayê, rêwiyên sivîl û hevpeymanên me xistine metirsiyê.
Washington û hevpeymanên wê tehemûl nakin ku êrişî karmendên me bê kirin û rê nadin dijminan ku azadiya deryayan bixin metirsiyê.”
El-Hûsî: WÊ êrîş bê bersiv nemînin
Serokê Tevgera Ensarullah Abdulmelîk El-Hûsî ragihand ku êrîşên li dijî Yemenê "wê bê bersiv nemînin".
El-Hûsî ji televîzyona El-Mesîreya ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku bersiva her êrîşeke DYAyê dê ji operasyona ku wan di 9ê Kanûna Paşiyê de pêk anîbû, mezintir be.
(VC/AY)