Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandiye û gotiye “Me balefireke bêpîlot a Îranê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û ji bo hêzên me yên li herêmê bû metirsî, xist xwarê.” Her wiha hat diyarkirin ku di nav hêzên wan de ti ziyanên madî çênebûne.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de gotiye, “Bi dema navxwe (Hewlêr) demjimêr 14:10, hêzên Amerîkî droneke Îranê ya bi cureya Muhacir 6 xiste xwarê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û metirsî bû li ser hêzên me yên li herêmê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo piştgiriya hêzên me yên hevpar ên li Iraqê, hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê rewşê dinirxînin.”
CENTCOMê êrîşa Îranê şermezar kir û anî ziman, “Êrîşên bi vî rengî yên bêserûber gefê li jiyana sivîlên bêguneh dixwin û aramiya herêmê ku ji bo wê têkoşîneke dijwar hatiye dayîn dixe xeterê.”
Statement regarding Islamic Revolutionary Guard Corps’ unprovoked attack in Iraq’s Erbil Governoratehttps://t.co/7UUZmB5LIO pic.twitter.com/FAeOx0qS6g
— U.S. Central Command (@CENTCOM) September 28, 2022
Çi bûbû?
Artêşa Pasdarên Îranê sibeha 28ê Îlonê baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î), Civaka Zehmetkêşên Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê kiribû armanc.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihandibû ku di encama êrîşan de 9 kes mirine û 32 kes jî birîndar bûne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Em bi tundî binpêkirina xak û serweriya Herêma Kurdistanê bi êrîşên mûşekî re bi tundî şermezar dikin" û daxwaz kiribû ku binpêkirinên bi vî rengî bên rawestandin.
(SD/AY)