DYA: Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi Minbîcê ve diçin
DYAyê da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi navenda Minbîcê ve bi pêş dikevin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnerê Barac Obamayê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Brett McGurkî li ser hesabê xwe yê Twitterê dîyar kiriye ku :
‘’ Hêzên Sûriyeya Demokratîk êrîşên di 24 sietên paşiyê de şikandine û ber bi navenda bajarê Minbîcê ve diçin. Hêzên Koalîsyonê gelek yekîneyên DAIŞê tine kirin.’’
Brett McGurk nûnerê Obamayî yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ye. Wî gotiye:
‘’ Piştî sê rojên kêrhatî yên ji bo pêngava duyem a tinekirina DAIŞê ez ji Iraqê derdikevim. Armanca nû Qahîre ye.’’
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, vê hefteya borî dabû zanîn ku rêyên Minbîcê hatine kontrolkirin û bi vê yekê yekem pêngava operasyonê hatiye temamkirin.
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.