Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duhî bombeyeka li otobûsekê hatî bicihkirin li nava bajarê Efrînê hatiye teqandin. Li gor nûçeya Reutersê ya kêm sê kes mirine 20 kes birînadar bûne.
Li gor zanyariyan hemî kesên mirîn an jî birîndar bûyîn rêwiyên wê otobûsê bûne. Li gor nûçeya DHAyê(Ajansa Nûçeyan ya Demirorenê) jimara birîndaran.
Ajansa Anadolûyê(AA) heman nûçe bi sernivîsa “YPG/PKKyê li Efrînê sivîl ji xwe re kirin armanc: 2 kes mirine 8 kes birîndar in.”
Li menbîcê jî bombe teqiyayî bû
16ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) li Minbîcê jî bombeyek hatibû teqandin. Di wê teqînê de ya kêm neh kes miribûn. Hin ji leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî miribûn.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(HK/MB)