Duh li Tirkiyeyê 117 kes ji ber Koronavirusê mirine
Li gorî daxuyaniya Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê, duh li Tirkiyeyê 117 kes mirine. Li 3 hezar û 83 kesên din nexweşî peyda bûye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê amarên nû yên derbbarê koronavirusê ango Covid-19ê de bi raya giştî re par ve kiriye.
Li gorî daxuyaniya Kocayî duh li 3 hezar û 83 kesên din nexweşî peyda bûye. 117 kes jî mirine. Hezar û 559 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Duh test ji bo 37 hezar û 535 kesan hatiye çêkirin. Li gorî hejmarên ku hatine aşkerekirin heta niha test ji bo 750 hezar û 944 kesan hatiye kirin.
Heta niha li Tirkiyeyê 98 hezar û 674 pêketî hene. Her weha hejmara miriyan li ser hev gihîştiye 2 hezar û 376an.
Dermankirina hezar û 814 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Dîsa 985 nexweşên entube hene. 16 hezar û 475 nexweş jî baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.