Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 767 kesên din peyda bûye. 72 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 711an. Her weha hezar û 27 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 112 hezar û 102 kesan hatiye kirin.
Heta niha 9 mîlyon û 608 hezar û 370 test hatiye çêkirin. 308 hezar û 69 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 711 kes jî pê mirine.
Heta niha 270 hezar û 723 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,7e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 561e. (EKN/AY/FD)