Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 721 kesên din peyda bûye. 74 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 785an. Her weha hezar û 241 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 113 hezar û 317 kesan hatiye kirin.
Heta niha 9 mîlyon û 721 hezar û 687 test hatiye çêkirin. 309 hezar û 790 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 785 kes jî pê mirine.
Heta niha 271 hezar û 964 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 573e. (EKN/AY/FD)