Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 692 kesên din peyda bûye. 65 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 639an. Her weha hezar û 261 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 114 hezar û 311 kesan hatiye kirin.
Heta niha 9 mîlyon û 496 hezar û 268 test hatiye çêkirin. 306 hezar û 302 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 639 kes jî pê mirine.
Heta niha 269 hezar û 639 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,7e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 522e. (EKN/AY/FD)