Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 642 kesên din peyda bûye. 49 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 511an. Her weha hezar û 211 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 110 hezar û 225 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 466 hezar û 87 test hatiye çêkirin. 274 hezar û 943 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 511 kes jî pê mirine.
Heta niha 248 hezar û 87 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,6 e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 41e. (EKN/AY/FD)