Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 614 kesên din peyda bûye. 58 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 895an. Her weha hezar û 301 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 115 hezar û 605 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 731 hezar û 350 test hatiye çêkirin. 337 hezar û 147 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 895 kes jî pê mirine.
Heta niha 295 hezar û 658 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.9ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 417ye. (EKN/AY)