Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 578 kesên din peyda bûye. 53 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 673an. Her weha hezar û 13 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 96 hezar û 842 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 779 hezar û 539 test hatiye çêkirin. 279 hezar û 806 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 673 kes jî pê mirine.
Heta niha 251 hezar û 105 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 102ye. (RT/AY/FD)