Duh hezar û 542 kes bi Covid-19ê ketine, 8 kes mirine

Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 109 hezar û 958 kesan hatine kirin û di encamê de testa hezar û 463 kesan pozîtîf derketiye, 8 kes pê mirine û hezar û 463 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 824 hezar û 444 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 53 milyon û 42 hezar û 663 kesan doza 2yem, 27 milyon û 761 hezar 986 doza sêyem, li ser hev 147 milyon û 560 hezar û 229 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)