Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 527 kesên din peyda bûye. 57 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 56an. Her weha hezar û 102 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 96 hezar û 97 kesan hatiye kirin.
Heta niha 8 mîlyon û 519 hezar û 560 test hatiye çêkirin. 291 hezar û 162 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 56 kes jî pê mirine.
Heta niha 258 hezar û 833 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,2ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 267e. (RT/AY/)