Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 519 kesên din peyda bûye. 61 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 506an. Her weha hezar û 116 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 95 hezar û 321 kesan hatiye kirin.
Heta niha 9 mîlyon û 269 hezar û 15 test hatiye çêkirin. 302 hezar û 867 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 506 kes jî pê mirine.
Heta niha 266 hezar û 117 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,0e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 456e. (RT/AY/FD)