Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 502 kesên din peyda bûye. 59 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 837an. Her weha hezar û 212 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 109 hezar û 301 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 615 hezar û 715 test hatiye çêkirin. 335 hezar û 533 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 837 kes jî pê mirine.
Heta niha 294 hezar û 357 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,2e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 411ye. (RT/AY)