Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 491 kesên din peyda bûye. 26 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 209an. Her weha 995 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 106 hezar û 111 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 727 hezar û 860 test hatiye çêkirin. 263 hezar û 998 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 209 kes jî pê mirine.
Heta niha 240 hezar û 792 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,3 e û hejmara nexweşên giran jî 862 e. (EKN/AY/FD)