Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 427 kesên din peyda bûye. 68 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 130an. Her weha hezar û 452 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 114 hezar û 940 kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 268 hezar û 163 test hatiye çêkirin. 317 hezar û 272 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 130 kes jî pê mirine.
Heta niha 278 hezar û 504 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,5e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 583e. (EKN/AY/FD)