Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 412 kesên din peyda bûye. 65 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 62an. Her weha hezar û 422 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 115 hezar û 523 kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 153 hezar û 223 test hatiye çêkirin. 315 hezar û 845 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 62 kes jî pê mirine.
Heta niha 277 hezar û 52 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,5e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 596e. (EKN/AY/FD)