Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 407 kesên din peyda bûye. 67 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 262an. Her weha hezar û 402 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 113 hezar û 546 kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 493 hezar û 807 test hatiye çêkirin. 320 hezar û 70 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 262 kes jî pê mirine.
Heta niha 281 hezar û 151 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,4e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 507e. (EKN/AY/FD)