Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 217 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 121an. Her weha 795 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 80 hezar û 302 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 327 hezar û 466 test hatiye çêkirin. 258 hezar û 249 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 121 kes jî pê mirine.
Heta niha 237 hezar û 165 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî 783 ye. (RT/AY/FD)