Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 212 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 891an. Her weha 934 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 67 hezar û 237 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 454 hezar û 988 test hatiye çêkirin. 244 hezar û 392 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 891 kes jî pê mirine.
Heta niha 227 hezar û 89 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,2e û hejmara nexweşên giran jî 632 ye. (EKN/AY/FD)