Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 193 kesên din peyda bûye. 14 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 858an. Her weha hezar û 211 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 62 hezar û 219 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 326 hezar û 35 test hatiye çêkirin. 241 hezar û 997 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 858 kes jî pê mirine.
Heta niha 224 hezar û 970 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,2e û hejmara nexweşên giran jî 603 e. (EKN/AY/FD)