Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 182 kesên din peyda bûye. 15 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 844an. Her weha hezar û 103 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 61 hezar û 446 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 263 hezar û 816 test hatiye çêkirin. 240 hezar û 804 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 844 kes jî pê mirine.
Heta niha 223 hezar û 759 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,1e û hejmara nexweşên giran jî 596 e. (RT/AY/FD)