Duh 9 hezar û 528 kes bi Covid-19ê ketine, 214 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 218 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 528 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 214 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 218 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 528 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 846 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 214 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 852 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 977 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 169 hezar û 951e.
Her weha 45 hezar û 840 kes mirine. 4 mîlyon û 998 hezar û 639 kes jî baş bûne. (AO/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.