Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daneyên di derbarê nexweşîya covid-19ê de di malpera înternetê ya Wezareta Tenduristîyê de hatine weşandin.
Wezaretê ragihandiye ku, di 24 van saetên dawî de 146.198 test hatine kirin, 2.529 nexweşên nû hatine tespit kirin, 87 nexweş mirine û 2.215 nexweş jî rihet bûne.
Li gor zanyarîyên wezareetê ragihandine, bi tevahî hejmara nexweşên nexwşîya Covid-19ê 399.360, hejmara mirîyan jî 11.059 kes in.
Nexweşîyê li 3.001 kesan giran kiriye û ji nexweşan ji %4.2 jî bûne zatûre, bi tevahî hejmara nexweşên rihetbûyî 342.501 kes in.
Li gor zanyarîyên hatine ragiihandin di tevahîyê Tirkîyeyê de rêjeya tijîbûna nivînên nexweşan %53,5 rêjeya tijîbûna cihê lênêrîna awarte %69,9, rêjeya tijîbûna ventilatoran %34,9 û rêjeya filyasyonê jî %99,7 e. Tespîtkirina kesên temaskirî jî teqrîbî 12 saet e.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê di civîna çapemenîyê ya şeva 30ê îlona 2020an de ragihandibû ku ew her kesên ku encama testa wan pozîtîf derdikeve ji nexweşên rojane nahesibînin, tene kesên ku elametên nexweşîyê bi wan re heye dihesibînin.
Di tabloya rêjeya rojane ya Covid-19ê ya Wezareta Tenduristîyê de heta 29ê Tîrmehê jî îfadeya ‘’Hejmara weq’ayan a rojane’’ dihate bikar anîn paşî ev îfade bi ‘’Hejmara nexweşan a rojane’’ hate guherandin. (EKN/VU/FD)