Duh 8 hezar û 104 kes bi Covid-19ê ketine, 78 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 118 hezar û 816 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 104 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 78 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 118 hezar û 816 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 104 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 623 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 78 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 690 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 189 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 646 hezar û 526e.
Her weha 28 hezar û 138 kes mirine. 2 mîlyon û 529 hezar û 450 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.