Duh 79 hezar û 708 kes bi Covid-19ê ketine, 281 kes mirine

Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 455 hezar û 201 kesan hatine kirin û di encamê de testa 79 hezar û 708 kesan pozîtîf derketiye, 281 kes pê mirine û 94 hezar û 413 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 659 hezar û 736 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 771 hezar û 929 kesan doza 2yem, 26 milyon û 933 hezar 128 doza sêyem, li ser hev 145 milyon û 344 hezar û 212 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)