Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 116 hezar û 452 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 945 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 660 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 91 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 106 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 232 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 594 hezar û 128e.
Her weha 27 hezar û 562 kes mirine. 2 mîlyon û 482 hezar û 435 kes jî baş bûne.(EKN/AY)