Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 145 hezar û 067 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 909 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 627 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 113 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 815 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 501 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 508 hezar û 988e.
Her weha 26 hezar û 467 kes mirine. 2 mîlyon û 396 hezar û 199 kes jî baş bûne.(EKN/AY)